Nobeda dayikên Diyarbekirê 255 roj e dewam dike

Kamîle Kuçukdaga dayik:" "Zarokên me çawa revandin û birin, bira wisa jî bînin."

Nobeda dayikên Diyarbekirê 255 roj e dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 255emîn.

Kamîle Kuçukdag ji Seyhana Adanayê seba Engînê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike.Kuçukdagê got ku heta ew negihêjin zarokên xwe, wê çalakiya xwe bidomînin.

Kuçukdagê got ku heta ew zarokên xwe hilnedin, ew ê neçin û wiha dewam kir, "Zarokên me çawa revandin û birin, bira wisa jî bînin."

Kuçukdagê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Heke tu dengê min dibihîzî, were, teslîmî dewleta me, eskerê me bibe. Derewan dikin, êşkence tuneye, ceza tuneye. Hêngî ez hatime vê derê 13 kes teslîm bûne. Li cem dê û bavê xwe ne. Ez jî dixwazim wê rojê bibînim, êdî bes e 6 sal in vê hesretê dikşînim."

Omer Tokayê ji Diyarbekirê seba Mehmetê kurê xwe yê ku 9 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye. Tokay got ku bi behaneya pîknîkê kurê wî xapandin û birin.

Tokay diyar kir, ew ji bo ku bigihêje kurê xwe, beşdarî çalakiya 2014an jî bû û wiha axivî, "Kurê min, heke dengê min dibihîzî, min dibînî bireve were, teslîmî polêsê me, eskerê me be. 255 roj in em li vê derê ne. Em ê ji bo zarokên xwe heta ku çûbe em ê çalakiya xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE