Nobeda dayikên Diyarbekirê 287 roj e dewam dike

Zumrut Salima dayik got, "Ez ê heta mirinê li hêviya te bim. Kurê min were teslîmî dewletê be."

Nobeda dayikên Diyarbekirê 287 roj e dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike. 

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 287emîn.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê, diyar kir ku heya ew kurê xwe hilnede, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Salimê wiha axivî, "HDPyiyan kurê min şand çiyê. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Kurê min çawa birine bira wisa jî bînin. Kurê min Hamza heger dengê min tê te û tu min dibînî were. Ez ê heta mirinê li hêviya te bim. Kurê min were teslîmî dewletê be."

Turkan Mutluya dayik ku ji bo keça xwe Caylan ku renvandin çiyê, ji Bursayê hat û beşdarî çalakiyê bû jî wiha xeberda, "Keça min ji Stenbolê anîn avahiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê û li vê derê teslîmî rêxistina terorê kirin. Keça min were teslîmî dewletê bibe. 13 kes hatin cem malbatên xwe. Keça min, min ewqas bêriya te kiriye ku ez nikarim bînim ziman. Gotin tune ku bêjim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE