Nobeda dayikên Diyarbekirê di roja 79emîn da ye

Suheyla Demira ku ji bo keça xwe ya ku 17 salî bû revandin serê çiya, çalakiya rûniştinê dike: "Min keça xwe li ser destan mezin kir. Keça min şûna rahêje pênûsê, rahêşt çekê."

Nobeda dayikên Diyarbekirê di roja 79emîn da ye

Nobeda ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, 79 roj e dewam dike.

Suheyla Demira ku ji wan dayikan e ku rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya rûniştinê didomînin, diyar kir ku ew ji Agiriyê beşdarî çalakiyê bû da ku keça wê Hayala ku 5 sal berê di 17 saliya xwe da hat revandin, lê vegere.

Demirê bal kişand ku ev 79 roj e ew çalakiya rûniştinê didomînin da ku zarokên wan vegerin û wiha got, "Em ê ji bo zarokên xwe 79 salan jî li vê derê bisekinin. Me mal û halê xwe hiştiye û em li vê derê rûdinên. Em dixwazin zarokên me sipî saxlem vegerin û em jî bi şadî ji vê derê biçin. Ev keda me înşelah dê badîhewa neçe. Hemû malbat hêvîdar in û çaverê ne."

- "Ez ligel keça xwe ya piçûk Asmîn li vê derê disekinim"

Demirê diyar kir ku wê keça xwe ya 1,5 salî Asmîn jî bi xwe ra aniye û wiha dewam kir:

"Hewa zehf sar e, keça min carê carekê nexweş dikeve. Ez naxwazim gava ez li benda keçeke xwe bim, ez ji keça xwe ya din bim. Em ji bo dozeke heq lê vê derê ne. Dayikekê zaroka xwe wenda kiriye û hatiye vê derê. Me bi çi zehmetî zarokên xwe mezin kirin. Min keça xwe li ser destan mezin kir. Keça min şûna rahêje pênûsê, rahêşt çekê. Bira herkes piştgiriyê bide me da ku em zarokên xwe sipî silamet ji nav lepên wan derxin. Yên ku zarokên wan neçûne serê çiya jî bira werin cem me rûnên. Bira werin da ku dengê me were bihîstin."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE