Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî didome

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî didome

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 671emîn.

Ayten Elhamana dayik diyar kir ku ev 4 sal e ew ji kurê xwe Bayram xeberê nastîne û wiha axivî, "Bira êdî bînin. 4 sal e ez hesretî kurê xwe me. Ka çi heqê wan heye ewladê min ji min sitandin. Em ê wekî dê û bav vê têkoşîna xwe bibin serî. Em ji wan tiştekî naxwazin, em bi tenê ewladên xwe dixwazin."

Elhemanê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Haci Gogerê bav jî diyar kir, ew ji bo kurê xwe Dogan Goger di çalakiyê da beşdar e ku 6 sal berê xapandin û birin çiyê.

Goger bal kişand ku ew ê ji ber avahiya HDPyê veneqete û wiha axivî, "Dê û bavên li vir li pey zarokên xwe ne. Ew zarok ji hêla HDP û alîgirên wê hatin xapandin. Anîn vê avahiyê û şandin çiyê. Em heya dawiyê bibiryar in. Encam çi dibe bira be em ê dest ji zarokên xwe nekişînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE