Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin kete roja 188an.

Esmer Koça ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo qîza xwe Zubeydeyê hatiye Diyarbekirê got qîza wê di sala 2013an da ji hêla HDPyiyan va hatiye revandin.

- "Ji destê wan zaliman bireve û were"

Dayika Koç wiha got: "Qîza min firotin PKKyê. 7 sal e cihekî ku min lê nenihêrî, jê nepirsî nema. Qîza min heke tu min dibînî, dibîhîzî teslîmê eskerên me, dewleta me be. Wan tu xapandî, te firotin. Ji destê wan zaliman bireve û were. Ez li Diyarbekirê me, heta ez te hilnedim ezê neçim."

- "Kurê min heke tu dengê min dibîhîzî were"

Kamile Kuçukdaga ji Seyhana navçeya Edeneyê ji bo kurê xwe Engîn hatiye jî got heta kurê wê bê ewê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomîne.

Kuçukdag got kurê wî 3 meh piştî revandina xwe telefonê vekiriye û wiha axivî: "Yên li wir dikujin û paşê dibêjin eskeran kuştiye. Esker tu carê nakuje. Kurê min heke tu dengê min dibîhîzî were. Teslîmê eskerên me, dewleta me be. 5 sal e şeva me û roja me yek e, êdî rondikên me neman ku em birijînin."

- "HDP zarokan direvîne û teslîmî wan dike"

Bîlal Avunanê ji Bîngolê ji bo kurê xwe Emrah hatiye çalakiya rûniştinê jî got ji roja ewil vir va çalakiya wan a rûniştinê bibiryar dewam dike û wiha dewam kir: "HDPyê kurê min revand, da PKKyê. PKK jixwe nikare were navenda bajêr. HDP zarokan direvîne û teslîmî wan dike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE