Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 202yemîn da dewam dike...

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê, li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin, di roja 202yemîn da dewam dike.

Suleyman Aydin seba Ozkanê kurê xwe ku 4 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Aydin daxuyanî da û diyar kir, ji ber vîrusa koronayê dê û bavên ku emrê wan ser 65an e, nikarin beşdarî çalakiyê bibin.

Aydin bangî parlamenterên HDPyê kir û wiha got: 

"Hûn tu daxuyaniyê nadin. Hûn çima nayên zarokên me ji PKKyê naxwazin. Heta hûn navberê nexin nava xwe û PKKyê, kes wê li ber deriyê we ranebe. Binêrin kesên vê derê hemû Kurdên mexdûr in. Werin daxuyaniyekê bidin û êdî hûn jî zarokên me ji PKKyê bixwazin. Bira ji parlamenterên HDPyê tenê yek were vê derê û kurê min ji PKKyê bixwaze, ez ê dev ji vê çalakiyê berdim û herim."

- "Ku hewce bike ez ê sed salî jî li vê derê li benda te bim"

Suheyla Demir jî ji bo Hayala keça xwe ya ku 5 sal berê revandin serê çiyê ji Agiriyê bi dergûşa xwe ya sal û nîvî va beşdarî çalakiyê bû. Demirê jî got ku ew ji bo hatina ewladên xwe hêvîdar in û bendewar in.

Demirê diyar kir ku ji roja yekemîn a çalakiyê vir va ew bi dergûşa xwe va bendewar e û wiha dewam kir:

"Keça min diya te 200 roj e li vê derê benda te ye. Em pir ji te hez dikin û heke hewce bike ez dikarim seba te ruhê xwe bidim. Ku hewce bike ez ê sed salî jî li vê derê li benda te bim. Bira xeberek ji te bihata, bira min bizanibûya ku tu sax î. Diya te li vê derê benda te ye. Ez bangî hemû ciwanan dikim. Werin teslîm bibin, bi kêfxweşî jiyana xwe bidomînin."

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2020, 19:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE