Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 216emîn.

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike. 

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 216emîn.

Kamile Kuçukdaga ji bo Enginê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê, ji Seyhana navçeya Edeneyê hat beşdarî çalakiyê bû û di daxuyaniya xwe da diyar kir ku heta ew negihîje kurê xwe, ew ê çalakiyê bidomîne.

- "Min zehf bêriya te kiriye"

 Kuçukdagê diyar kir ku kurê wê bi rêya HDPyê hatiye revandin û wiha dewam kir, "Heta ez kurê xwe nedim anîn, teqez ez ê ji vir neçim. 216 roj e ez li vê derê me, 500 sal jî derbas be, heya ez kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim."

Kuçukdagê herwiha bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha axivî:

"Kurê min ji destê wan zaliman xilas bibe, êdî were. Ew derewan dikin, te dixapînin. Te çawa birin, bira wisa jî te bînin. 6 sal e çi hat serê me, Xwedê dizane. Kurê min heger dengê min tê te û heger tu min dibînin were. Kurê min te çawa firsend lê anî bireve were, min zehf bêriya te kiriye. Ser serê min ciyê te heye, vegere were."

- "Teslîm bibe bira ev hesret bi dawî bibe"

Suleyman Aydinê bav ku ji bo kurê xwe Ozkan Aydin ku 5 sal berê gava 15 salî bû hat revandin di çalakiya rûniştinê da beşdar e, diyar kir ku bi rê ya HDPyê zarokan wan hatin revandin.

Aydin bal kişand ji bo ku ewladên xwe bistînin, wan dest bi çalakiyê kir û wiha dewam kir:

HDP dixwaze me nebîne. HDPyê zarokên me xapand û şand çiyê. Malbat jî li ber deriyê xwe kir mehkûmî mirinê. Heger di we da piçek wijdan hebe, werin û zarokên me ji vê PKKyê bixwazin. Em jî biçin malên xwe. Em tu derekî da naçin, em heta zarokên xwe ji HDPyê nestînin, em ê neçin."

Aydin bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Kurê min heger dengê min tê te û heger tu min dibînin were teslîmî dewleta xwe bibe. Diya te li malê nexweş e. Hingî tu hatî revandin, diya te tedawiya derman dibîne. Kurê min heger tu diya xwe, xwîşk û birayên xwe difikirî, were teslîmî dewletê bibe. Bira ev hesret bi dawî bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE