Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 174emîn.

- "Hêviya me heye ku zarokên me dê vegerin"

Îmmihan Nilifirkaya ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya rûniştinê didomînin, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Mehmet ku 5 sal berê hat revandin, ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Nilifirkayê diyar kir ku ew digel sir û sermayê bibiryar çalakiya xwe didomînin û lewma jî hin malbat gihîştin zarokên xwe ku ev yek ji bo wan moraleke mezin e.

Nilifirkayê herwiha diyar kir ku ew li bendê ne zarokên wan jî vegerin û wiha dewam kir, "Hêviya me heye ku zarokên me dê vegerin. Dibe ku zarokên me dengê me bibihîzin û werin. Hêviya me xurtir dibe."

Nilifirkayê bal kişand ku ev 5 sal e xeber ji kurê wê nayê û wiha dewam kir, "Heger kurê min were ez ê qurbanê bidim. Ez ê xwarinên ku jê hez dike çêkim. Bi tenê bira were ku ez wî bibînim."

Herwiha Nilifirkayê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Mehmet kurê min heger tu min dibînî an jî dengê min tê te, derkeve were, vegere. Em gelekî ji te hez dikin. Me gelekî bêriya te kiriye. Em li vê derê li benda te ne. Were teslîmî hêzên ewlekariyê be, teslîmî dewleta me be."

Mehmet Alkanê kek ku ji Çinara navçeya Diyarbekirê hat jî diyar kir ku ew ji bo birayê xwe Mehmet Alkan ku 5 sal berê gava 16 salî bû hat revandin, beşdarî çalakiyê bû.

Alkan bal kişand ku heya birayê wî venegere, ew ê çalakiya rûniştinê bidomîne û wiha dewam kir, "Birayê min hegre dengê min tê te, bireve xwe xilas bike. Li min bigere, ez ê alîkariya te bikim. Em dizanin ku birayê min bi rêya HDPyê hat revandin. Hemû malbatên li vê derê kezebşewitî ne. Kezeba me dişewite. Birayê min xwe xilas bike da ku ev êş û kedera me bi dawî bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE