Nobeda ewledan a li Diyarbekirê di roja 850emîn da ye

Nobeda ewledan a li Diyarbekirê di roja 850emîn da ye

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin ku nobeta wan di roja 850emîn da dewam dike.

Hejmara malbatên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê hatine û dixwazin ewladên xwe ji nav lepên terorê xelas bikin gihîşt 251î.

Di nav van malbatan da yên ji bo zarokên xwe astengdar yên hatine revandin jî hene.

Dayik Esmer Koç ji bo qîza xwe ya rapora wê ya ji sedî 40 astengdar e heye, Ruken Canbey jî ji bo birayê xwe yê rapora wî ya ji sedî 70 astengdar e heye û nexweşê talasemiyê ye çalakiyê didomînin.

- "Wê emeliyat bûbûya lê teslîmî PKKyê kirin"

Esmer Koç ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ye û ji bo qîza xwe Zubeydeyê ya ku 8 sal berê di 16 saliya wê da revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike dixwaze bigîhîje qîza xwe astengdar.

Koçê diyar kir ku beriya ku qîza wê bê revandin ew sewqî Enqereyê bûye ku bê emeliyatkirin û wiha axivî: "Me yê wê bibira Enqereyê emeliyat bikira lê qîza min teslîmî PKKyê kirin. 8 sal e ez qîza xwe ya astengdar dixwazim. Wisa bê wîcdan in ku qîzeke astengdar jî revandine. Nehîştin ez qîza xwe emeliyat bikim. 8 sal e agir ketiye dilê min. Qîza min her tim di bîra min da ye, tê li ber çavê min, dengê wê tê li ber guhê min. Êdî bes e bila qîza min bidin. Wê heta kingê vê êşê li me bidin kişandin. Em bi tenê ewladên xwe dixwazin."

- "Gotin heke nexweş be yê saxlem bînin",

Ruken Canbeya ji bo birayê xwe Muhammet yê rapora wî ya ji sedî 70 astengdar e heye û nexweşê talasemiyê ye çalakiyê didomîne jî got birayê wî 6 sal berê di 16 saliya xwe da hatiye revandin.

Canbeyê got birayê wê dema bêxwîn dimîne ji xwe va diçe û wan rapora wî nîşanî endamên PKKyê daye û wiha axivî: "Ji me ra gotin êdî em ê li wî miqate bin, ev zarok êdî yê me ye. Em çend caran çûn me got zarokê nexweş bidin ji me ra gotin 'heke nexweş be yê saxlem bînin em pev biguherînin'. Tu yê bibêjî qey em mecbur in zarokan bidin wan. Herî dawîn jî ji me ra gotin êdî neyên, heke hûn bin hûnê bên kuştin. Em ne mecbur in zarokê xwe yên saxlem an jî nexweş bidin HDPyê û PKKyê. Ewqas rêxistineke bê wîcdan û bê merhemet e ku zarokekî nexweş direvîne çiyê ku karên xwe yên qirêj bi wî bide kirin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE