''Nobel saziyeke wisa ye ku siyasî û îdeolojîk tevdigere''

Serok Erdogan, "Nobelê xwe bêqîmet kiriye. Nobel saziyeke wisa ye ku siyasî û îdeolojîk tevdigere. Ji bona min tu qîmeteke Nobelê tuneye."

''Nobel saziyeke wisa ye ku siyasî û îdeolojîk tevdigere''

Serok Erdogan: "(Ji bo Libyayê şandina eskeran) Heger Libya daxwazeke wiha ji me bike, çiqas hewce bike em dikarin bişînin."

Serok Erdogan: "Vê gavê li Ewropayê valahî û kêmasiyeke mezin ya pêşengan heye. Ez nikarim bibêjim 'Li Ewropayê ev pêşeng mînak e'."

 "(Serokê Amerîkayê Trump) Ajandayeke wî ya veşartî tuneye. Çi dizane bi eşkereyî dibêje. Li hemberî min bi eşkereyî xeber dide û ez jî li hember wî bi eşkereyî diaxivim."

 "Bi Putîn ra ajandayên me yên veşartî tunene. Em li hemberî hev gavên rasterast û eşkere diavêjin. Ez bawer dikim ku em ê li herêmê bi hev ra aştiyê pêk bînin."

"Ji me dipirsin ku hûn ê çi çaxê ji Sûriyeyê derkevin. Çi çaxê hûn derkevin û em çi çaxê wan deran ji terorîstan paqij bikin em ê derkevin."

"(Endamtiya YEyê) Dibêjin ku 'Nifûsê we zehf zêde ye.' Esas sedem ev nîne. Sedema rast ew e ku em Misilman in."

"Nobelê xwe bêqîmet kiriye. Nobel saziyeke wisa ye ku siyasî û îdeolojîk tevdigere. Ji bona min tu qîmeteke Nobelê tuneye."

 "(Nobel) Em ê wek Tirkiye teqez tevlî vê merasimê nebin. Xelatkirina kujerekî wiha şirîkatiya zilmê ye."

Serok Erdogan destnîşan kir heger rojekê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin wî wê xelatê hilnede.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE