Nobeta dayikên Diyarbekirê di roja 247emîn da ye

Nobeta dayikên Diyarbekirê di roja 247emîn da ye

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta ewladên xwe didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 247emîn.

Malbatên ku wêneyên ewladên xwe kirine destê xwe di bin tewdîrên Kovîd-19ê da çalakiya xwe didomînin.

Solmaz Ovunç a ku ji Wanê bo kurê xwe Baranê 5 sal berê hê 15 salî revandine serê çiyê di çalakiyê da cih digire got ku çavê wê li rêya ewladê wê ye.

Ovunçê destnîşan kir ku ew kurê wê bi navbeynkariya HDPê hatiye birin û wiha dewam kir: "Em zarokên xwe dixwazin. Kurê min bila were û teslîm bibe. Ewladê min tu lê ku derêyî were û teslîm bibe, ew der ne cihê te ye."

Omer Tokayê ku ji bo kurê xwe Mehmetê 9 sal berê hêj 14 salî revandine serê çiyê di çalakiyê da bû jî destnîşan kir ku ewladê wî bi hinceta seyranê xapandine û birine serê çiyê.

Tokay axaftina xwe wiha domand: "Ewladê min ji hêla HDPyê va hat revandin. Kurê min were teslîmî esker û polêsan bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE