Nobeta dayikên Diyarbekirê di roja 283emîn da ye

Zekiye Bozdag got hetanî birayê wê neyê ew ê çalakiyê bidomîne...

Nobeta dayikên Diyarbekirê di roja 283emîn da ye

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 283yan da dewam dike.

Zekiye Bozdaga xwenga Suleyman Çetînkaya ya ji malbatên çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin got hetanî birayê wê neyê ew ê çalakiyê bidomîne.

Bozdagê got, "Di 30 tebaxa 2019an da birayê min bi destê HDPyiyan hat xapandin û birin çiyê. Di 3yê îlona 2019an da me çalakî da destpêkirin. 283 roj e em li vê derê ne. Me qet dev jê berneda, li bendê ne." û bangî birayê xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Zekiye Bozdagê wiha got: "Birayê min ji bo Xwedê were teslîm bibe. Êdî taqeta me nema. Ez dizanim ku tu poşman bûyî. Ji bo hatinê li benda firsendê yî. Ez dixwazim zarên hemû malbatan vegerin. Înşaellah zarên van malbatan ew ê li çiyê nemînin. Bira bi hevra werin û teslîm bibin."

Turkan Mutluya ji bo Ceylana qîza xwe ya revandine çiyê ji Bursayê hat beşdarî çalakiyê bû jî destnîşan kir ku 6 sal e ji qîza xwe tu xeberekê hilnade.

Mutluyê got ew jî dixwaze wekî 13 malbatên gihîştin zarên xwe şa bibe, qîza wê ji Stenbolê anîn avahiya bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê û ji vê derê jî teslîmî rêxistina terorê kirin.

Turkan Mutluyê wiha got: "

"Zarok bi navbeykariya HDPyê li çiyê ne. Qîza min 6 sal e li wê derê ye.Jiyan, hêvî û xeyalên me ji destê me hildan. Me li vê derê zarokan li çiyê mehkûm dikin. Ez ewlada xwe dixwazim. Ez qîza xwe ne ji HDPyê ra ne jî ji PKKyê ra nahêlim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE