Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê 300 roj e dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ya ku dayik Hacîre Akarê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabû destpêkirin gihîşt 300 rojî

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê 300 roj e dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigîhêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin gihîşt 300 rojî.

Dayika Hacîre Akar di 22yê Tebaxa 2019an da îdia kir ku Mehmet Akarê kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandine çiyê û li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Piştî vê çalakiyê Akar di 24ê tebaxê da gihîşt kurê xwe.

Ev tevgera Hacîre Akarê ji bo malbatên din jî bû mînak ku ew jî têkoşînê bidin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin her ku çû deng veda û 140 malbat beşdarî çalakiyê bûn. Ji van malbatan 13 malbat gihîştin zarokên xwe ku ev jî ji bo dayikên din ên hesreta zarokên xwe mane bû kêfxweşî û hêviyek.

- Ji her aliyê civakê piştgirî

Hemû Tirkiyeyê dengê malbatên ku dixwazin bigîhîjin zarokên xwe yên rêxistina terorê bihîst.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan her tim piştgirî da dayikên Diyarbekirê.

Emîna Erdogana jina Serokomar Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Tomas Zdechovsky, balyoz, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, nivîskar, wrzişvan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, rûspî, mela, malbatên şehîdan, xazî, esnaf, mixtar, mamoste, kesên li xurbetê dijîn, bi hezaran kes çûn serlêdana dayikan û êşa wan parve kirin.

Di van serlêdanan da ziyaretvanan got ew piştgiriyê didin vê çalakiyê, dia hatin kirin, mirov hestiyar bûn û giriyan.

Gelek hunermend, rojnamevan, nivîskar û pêşkeşvanên televizyonan guhdariya malbatan kir û piştgirî dan wan.

- Piştgiriya saziyên civakî yên sivîl dewam kir

Ji roja ewil pê va nûnerên saziyên civakî yên sivîl piştgirî didin dayikan.

Hak-Îş, Memur-Sen, Komeleya 15ê Tîrmehê, Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê, Komeleya jin û Demokrasiyê, Komeleya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Navneteweyî, Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Weşangerên Anadoluyê, Komeleya Hiqûqnasan, Yekîtiya Biratiyê ya Tirkiyeyê Platforma Heft Reng Yek Dil û gelek saziyên din ên sivîl piştgiriyê didin malbatan.

- Malbata şehîdan û dayinên Srebrenîtsayê jî hêz dan malbatan

Saadet Varanka jina şehîd Prof. Dr. İlhan Varank a endama Komeleya 15ê Tîrmehê, xwîşka wê Ayşe Arslanturk, Muteber Ayabaka diya Mahîr Ayabak, Zehra Çobana qîza Askerî Çoban, hemşîre Yildiz Namdara mêrê wê hatibû şehîdkirin û gelek eqrebayên şehîdan jî dayik ziyaret kirin û piştgiriya xwe nîşanî wan dan.

Endamên Komeleya Dayikên Srebrenitsayê yên ku zarokên wan di komkujiya 11ê Tîrmeha 1995an da li Srebrenitsaya bajarê Bosna-Hersekê hatine şehîdkirin jî hatin cem dayikan.

- Ji Ewropayê piştgirî

Endamê Parlamentoya Ewropayê Tomas Zdechovsky, Jakob Wienen û Yoomi Renstromê hevraportorên Tirkiyeyê yê Komîsyona Kontrolê ya Kongreya Rêvebirên Xwecî û Herêmî ya Ewropayê, Balyozê Enqereyê yê Ukraynayê Andrii Sybiha, Balyozê Enqereyê yê Îngiltereyê Dominick John Chilcott û Balyozê Enqereyê yê Hindistanê Sanjay Bhattacharyya jî tê da, heyeta ku ji balyozên 9 welatan pêk tê û kesên li Almanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Îsvîçre û Avusturyayê li xurbetê ne, bi dayikan ra hevdîtin kir.

Ji aliyê din va endamên Komîsyona Bin a Mafên Girtî û Mehkûman ya ku di bin banê Komîsyona Hûrnêrîn a Mafên Mirovan a Meclisê da cih digire, Midûrê Giştî yê Saziya Îlana Çapemeniyê Ridvan Duran û Serokê Lijneya Etîk a Wezîfedarên Kamûyê (Dewlet) Koksal Toptan malbatan ziyaret kirin û peyamên piştevaniyê dan.

- Kovîd-19 ji nobeta dayikan ra nebû asteng

Malbatan di heyama şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da jî ku hemû dinya kiriye bin tesîra xwe, dev ji çalakiya rûniştinê bernedan. Ji malbatan tenê kal û pîr û kesên nexweşiya kronîk bi wan ra hene ji ber sînordarkirinan navber da çalakiya rûniştinê. Malbatên din maske dan ber devê xwe, ji bo paqijî û mesafeya xweparastinê baldar bûn û çalakiya xwe domand.

Necîbe Çîftçiya dayik ji bo Roşatê kurê xwe yê ku 6 sal berê revandin, ji Şemdînliya navçeya Hekarî hat û beşdarî çalakiyê bûye. Çîftçiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew ji bo ku bigihêje ewladê xwe, têkoşînê dide.

Çîftçiyê diyar kir ku ew bi salan e li her derê ewladê xwe digere, Samiyê kurê wê yê din ji ber ku birayê xwe ji rêxistina terorê xwest, di 2017an da hat şehîdkirin û wiha dewam kir:

"Kurekî min birin û li çiyê digrin. Kurekî min jî li ber çavê min, li ber çavê zar û zêçên wî şehîd kirin. Çima ev êş û jan anîn serê min? Heta ku ez kurê xwe ji HDP û PKKyê nestînim, ez ji vê çadirê naçim, ez ê têkoşînê bidomînim. Bi destûra Xwedê bi hêza dewleta me ez ê bigihêjim kurê xwe. Me kefenê xwe li stûyê xwe aland û em ji bo çalakiyê hatin Diyarbekirê. Me tehdîd dikin. Deriyan ser me da digirin. Em ji wan sedeqeyê naxwazin, ewladê xwe dixwazin. Bira ewladên me bidin me, em jî herin mala xwe."

- "Bira ewladê min ji min ra bînin"

Songul Altintaşa ku ji roja ewil va çalakiya xwe didomîne, diyar kir ku kurê wî 6 sal berê gava esker bû û diçû teslîmî yekîneya xwe bibe, bi destê rêxistina terorê PKKyê hat revandin.

Altintaşê diyar kir ku 300 roj hêsan derbas nebûn û wiha got, "Havîn çû, payîz hat. Zivistan çû, bihar hat. Lingên me ji sermana dilerizîn. Li vê derê me gelekî kişand. Zarokên piçûk û dayik li bendê man. Malbatên me li malê, em jî li vir em perîşan dibin."

Altintaşê diyar kir ku di 6 salan da ji bo ku bigihîje kurê xwe, tu derî neman wê lê da û wiha dewam kir, "Bira kurê min berdin. Ji me ra dibêjin 'Hûn çima li vê derê rûdinên?' Ma em ji PKKyê, ji HDPyê ewladên xwe nexwezin? Ez ewladê xwe dixwazim, bira ewladê min ji min ra bînin."

- "Ez ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînim"

Omer Tokay ku ji bo kurê xwe Mehmet ku 9 sal berê ji Diyarbekirê gava 14 salî bû hat revandin, çalakiyê dike diyar kir ku ew beşdarî çalakiya ku 2014an li ber Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê hat destpêkirin jî bû.

Tokay diyar kir ku ew ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomîne û wiha got, "300 roj e ez di çalakiyê da me. Sala 2014an me 120 roj çalakî kir. Kurê min were teslîmî eskeran bibe. 13 hevalên te hatin, bi dê û bavê xwe ra ne. Were em vê Cejna Qurbanê bi hev ra derbas bikin."

- "Bira dilê kesekî din neşewite"

Aydin Dagtekinê ku ji bo kurê xwe Sedat ku 6 sal berê ji Sêrtê hat revandin beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku kurê wî yê xwendekarê zanîngehê gava di Şaredariya Sêrtê ya BDPyî ya serdemê da staj dikir, hat revandin û wiha got, "Bira kurê min were, teslîmî edaletê dewletê bibe. Ji xeynî HDPyê kesî kurê min nerevand. Dilê me peritî, bira dilê kesekî din neşewite."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE