Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 233yan da dewam dike.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku ligel vîrusa koronayê heya negihêjin zarokên xwe ew ê çalakiyê bidomînin.

Salîmê got, "Em li pêşiya HDPyê çalakiya xwe didomînin, Em zarokên xwe dixwazin." û wiha bangî kurê xwe kir:

"Hamza kurê min ez li benda te me. 233 roj e ji bo te li vê derê me, vegere malê, teslîmî dewletê û edaletê bibe. Ew rê rêya te nîne."

Abullah Demirê ji bo Fatîhê kurê xwe 233 roj e çalakiyê didomîne jî got ji bo zarokên xwe hewl didin.

Demir îdia kir ku HDPyê zarokên wan teslîmî PKKyê kir û wiha pê da çû:

"5 sal e em vê êş û janê dikişînin. Xwedê heqê me bi wan ra nehêle. Em ê bigihêjin zarokên xwe. Fatîh, kurê min tu jî dizanî ku 5 sal e ez li pey te me. Tu bi zorê dan axaftin. Dema te firsend dît bireve were teslîmî edaletê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE