Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Necîbe Çîftçiya dayik: "Bira hemû malbatên ku PKKyê zarokên wan revandine werin vê derê û piştgiriyê bidin me"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 321emîn.

Necîbe Çiftçiya ku ji Şemdînliya Hekariyê ji bo kurê xwe yê Roşat ê 6 sal berê hat revandin, di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ewladekî wê revandin serê çiyê, kurekê wê yê din ku li birayê xwe yê revandî digeriya jî 3 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat kuştin.

Çîftçiyê diyar kir, 321 roj e ew di binê çadirê da têkoşînê didin û wiha dewam kir:

"Vê hefteyê 3 malbatên din hatin û beşdar bûn. Em pir kêfxweş bûn. Em hemû dayikan dewetî vê derê dikin. Bira hemû malbatên ku PKKyê zarokên wan revandine werin vê derê û piştgiriyê bidin me. Heke em li vê derê têkoşînê bidomînin, em ê bigihêjin ewladên xwe. Înşeallah hemû dayik wê werin. Bi destûra Xwedê em ê bi wan ra, bi hêza dewleta xwe bigihêjin ewladên xwe."

- "Wê we teslîmî diya we bikin"

Dayik Çîftçiya bangî kurê xwe kir da ku teslîm bibe û wiha dewam kir:

"Kurê min ê Roşat, heke tê guh bidî dayika xwe vegere. Were kurê min, teslîmî esker û polêsan bibe. We li wê derê ditirsînin. Heke hûn teslîm bibin, dewletê we demildest teslîmî diya we bikin."

Alî Ozkan ji Antakyaya navçeya navend a Hatayê hat û ji bo Esra Ozkana xuşka xwe ya 7 sal berê di 21 saliya wî da revandibûn serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû. Ozkan diyar kir, ew heta xuşka xwe hilnede wê çalakiya xwe bi dawî neke.

Ozkan destnîşan kir, xuşka wî wexta ku li Zanîngeha Muş Alparslanê dixwend, xapandin û revandin çiyê, 7 sal e jê tu xeberekê hilnadin. 

Ozkan diyar kir, bi navbeynkariya HDPyiyan xuşka wê revandin serê çiyê û wiha dewam kir:

"Em weke dê û bavên din zaroka xwe dixwazin. Em ji bo zarokên xwe li vê derê ne. Armanca me ew e ku xuşka me sax û silamet vegere cem dê û bavê xwe. Tekane daxwaza me demildest kutabûna vê êş û janê ye. Înşeallah ev çalakî wê bigihêje armanca xwe. Roja ku ez hatim malbata 15emîn gihîşt zarokên xwe. Înşeallah dê û bavên din jî wê bigihêjin zarokên xwe. Em ê jî bigihêjinê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE