Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 337an da dewam dike.

Hatîce Aya ji dayikên bi wêneya ewladên xwe çalakiyê didomînin diyar kir ku ji kurê xwe yê 5 sal berê di 16 saliya xwe da revandin çiyê tu xeberekê hilnade.

Ayê destnîşan kir ku ji HDPyê kurê xwe dixwaze û wiha pê da çû: "Hetanî kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ji kurê min ê nexweş çi xwestin. Muhammet vegere malê, bêyî te temla min çênabe. Kurê min tu nexweş î, ciyê te ew dera nîne. Dibê werî dermankirin. Ji bo Xwedê vegere mala xwe."

Saadet Odumluya dayik jî got Yusufê kurê wê di 16 saliya xwe darevandin çiyê.

Odumluyê got HDPyê kurê wê revand ji ber vê kurê xwe ji HDPyê dixwaze, hetanî kurê wê were jî ew ê çalakiyê bidomîne û wiha axivî: "Min 12 eydî bêyî kurê xwe derbas kirin. Heke ew were em ê dîsa eydê bikin. Hizûra me nema. Kurê min were min gelekî bîriya te kiriye. Diya te qurbana te be ji bo Xwedê êdî lêxe were."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE