Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Gevez Erdinça dayik: "Înşallah hemû kesên li çiyê ew ê min bibihîzin û werin teslîmî dewlet, ala û axa xwe bibin"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 192an da dewam dike.

Gevez Erdînça dayîk a nobetê didomîne bi Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku kurê wê dema li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê dixwend xapandin û revandin çiyê.

Erdînçê got kesên poşman bûn revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn paşê gihîştin malbatên xwe ji bo wan bûn hêvî û wiha axivî: "Ciyê kurê min çiya nebûn. Min digot kurê min ê bi qelema xwe hem min xwedî bike hem jî xwe xwedî bike. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim."

Erdînçê got li bendê ne ku bigihêjin zarokên xwe û wiha pê da çû: "Înşallah kurê min ê jî were. Hetanî kurê min neyê ez dev ji çalakiyê bernadim. Em bi qurbana dewlet, ala û axa xwe dibin. Înşallah hemû kesên li çiyê ew ê min bibihîzin û werin teslîmî dewlet, ala û axa xwe bibin."

Hamdiye Arslanê jî got ku ji bo kurê xwe çalakiya rûniştinê didomîne, hetanî îro ji kurê xwe tu xeberek hilnedaye.

Arslanê bangî kurê xwe kir ku bira were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got: "Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Ez ji vê derê naçim. Hetanî kurê xwe hilnedim jî ez ê li vê derê bisekinim."

Saadet Odumluyê jî got ji bo kurê xwe tevlî çalakiyê bû û hetanî kurê xwe hilnede jî di ciyekî da naçe.

Odumluyê wiha got: "Ez xêncî HDPyê ji tu kesî kurê xwe naxwazim. Lewra HDP nebûya kesî nikaribû zarokên me bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE