Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da destpêkirin, bi biryardarî dewam dike.
Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 666em da dewam dike.
Li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê Suleyman Aydinê bavik li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku dayik û bavikên ku nobeta ewladan digirin, çalakiya xwe didomînin.
Aydin daxuyand ku ew tu carî ji ya xwe neyên xwarê û dev ji çalakiya xwe bernedin; rêxistineke terorê ya esker, polês û mamosteyan şehîd dike, heye.
Aydin got, "Alîgirên vê rêxistina terorê HDP ye. Ferqa HDP û PKKyê tuneye. Em ê wek dayik û bavik heta dawiyê li ber xwe bidin û ji ya xwe neyên xwarê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Piştî daxuyaniyê dayik û bavan dirûşmeyên "Qehir be PKK, qehir be HDP", "Kurd û Tirk bira ne HDP qeleş e" û "Em ê bi rûniştinê serkevin" berz kirin.
AA