Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ket roja 357emîn

Aynur Panaya dayik:"Emrah ji wê derê bireve û were. Ew der cihê te nîne, te dixapînin. Ez qurban were"

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ket roja 357emîn

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 357emîn.

Aynur Panay ji Dogubazîda navçeya Agiriyê hatiye û seba Emrahê kurê xwe yê ku di 13 saliya wî da revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike. Panayê got ku ev 10 sal e tu xeber ji kurê wê nayê.

Panayê got: "Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Kurê min şivan bû, xapandine birine. Emrah ji wê derê bireve û were. Ew der cihê te nîne, te dixapînin. Ez qurban were."

Şevket Altintaş ji bo Muslumê kurê xwe yê ku terorîstên PKKyî revandiye beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Altintaş got ku rêxistina terorê zarok xapandin û mehkûmî mirinê kirin.

Altintaş got, "Em merivên bi rûmet in. Kesên bê rûmet ew in" û wiha dewam kir: "Em dixwazin ewladên me li me bin, ev mafê me yê jiyanê ye. Bira dev jê berdin û êdî vê lîstikê bi me ra neleyîzin. Bira dev ji gelê Kurd, vê zilmê û vê lîstikê berdin. Ew zarokên me direvînin."

Altintaş diyar kir, ew ji bo ku zarokên xwe ji destê rêxistina terorê xelas bikin, têkoşînê didin û wiha dewam kir:

"Lîstikeke pir mezin heye. Em perçeyê vê lîstikê nînin. Ji bo ku vê lîstikê xerab bikin, em li vê derê rûdinên. Dilê me şewitiye. Em li vê derê peyê têkoşîneke mafdar in. Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Gotin mafê Kurdan û xwîna me mêhtin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE