Nobeta ewledan a li Diyarbekirê di roja 365emîn da ye

Hatîce Aya dayik: "Ez ji bo kurê xwe yê Muhammed hatim. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim"

Nobeta ewledan a li Diyarbekirê di roja 365emîn da ye

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 365emîn.

Hatîce Ay ji bo kurê xwe yê Muhammed ku 5 sal berê hê di 16 saliya wî da revandibûn serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûye. Ayê diyar kir ku haya wê ji ewladê wê tuneye û wiha axivî, "Ez ji bo kurê xwe yê Muhammed hatim. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Kurê min were teslîm bibe, vegere malê Muhammed."

Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe yê Fatîh nobetê didomîne jî ragihand ku 365 roj in ew çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Demir diyar kir, wexta wan dest bi çalakiyê kir, ji HDPyîyan wetrê malbat wê zêde nemînin, lê ew ê ji bo zarokên xwe heya dawiyê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Demir wiha axivî: "Dewleta me, dewleteke xurt e. 15 zarokên me hatin, dinya bû ya me. Me 15 kes xelas kirin. Wijdan û merhemeta wan tuneye. Heke wijdan û merhemeta wan hebûya wê zarokên 14, 15 salî dernexistina serê çiyê û çek nedana destê wan. Min tu wextî peyê kurê xwe berneda. Ez bangî ewladê xwe dikim. Heke dengê min digihêje te, teslîmî edaleta Tirk bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE