"Înşeallah em ê di nava salekê da avahiyên birayên xwe yên mexdûrên erdhejê teslîm bikin"

Erdogan: "Înşeallah em ê di nava salekê da xebatên wê derê (Îzmir) temam bikin û avahiyên birayên xwe yên mexdûrên erdhejê teslîm bikin."

"Înşeallah em ê di nava salekê da avahiyên birayên xwe yên mexdûrên erdhejê teslîm bikin"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Kongreya Bajêr a Asayî ya 7emîn a Kocaleiyê ya AK Partiyê da axivî.

- "Şabûna birayên me yên Azerbeycanî, şabûna me ye jî"

Erdogan behsa rizgarkirina bajarê Şûşayê kir û wiha axivî: "Ez dixwazim serkeftina Şûşayê ya birayên me yên Azerî pîroz bikim. Şabûna birayên me yên Azerbeycanî, şabûna me ye jî. Xilasbûna Şûşayê nîşan dide ku axên mayî yên di bin dagirkeriyê da ne jî hindik maye wê azad bibin."

Serok Erdogan got ew her tim piştgiriyê didin birayên xwe yên Azerî û wiha dewam kir: "Şabûna birayên me yên Azerbeycanî ku gav bi gav bajarên xwe yên dagirkirî û Qerebax azad kirin, şabûna me ye.Birayên me yên ku 30 sal e ji hêla sêalî ya Mînskê va hatin îxmalkirin, xapandin û li ser maseyê aqûbeta wan 30 sale nayê zanîn, di dawiya sebirkirina xwe da gotin 'Men sabera zafera' û gihîştin serkeftinê."

- "AK Partî bi 11 milyon û 200 hezar endamên xwe va li Tirkiyeyê partiya herî mezin e"

Erdogan behsa AK Partiyê û xebatên wî kir û wiha pê da çû: "AK Partî bi 11 milyon û 200 hezar endamên xwe va li Tirkiyeyê partiya herî mezin û partiya ku miletê me herî zêde xwedî lê derdikeve ye. Her kesê ku xwe ji gel dûr bixe, di navbera xwe û gel da dîwarê ava bike, xwe bixe cihe ku nikarin xwe bigîhînin wî, bikeve nav belaya kibr û fîtneyê tê wê meneyê ku êdî cihê wî di vê partiyê da nemaye."

- "Em ê di nava salekê da avahiyên birayên xwe yên mexdûrên erdhejê teslîm bikin"

Der barê erdheja li Îzmirê da jî Serokomar Erdogan wiha axivî: "Vê dewletê tu wextî bêkes, feqîr û fiqare bi tenê nehiştin. Erdheja Îzmirê cardin rastiya bobelatên siruştî yên ku welatê me çêdibin anî bîra me hemûyan. Ji 1035 welatên me yên birîndar 3 jê giran 24 jê hê jî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin."

Serok Erdogan got ewê xebatên tespîtkirina xisarê temam bikin û wiha dewam kir: "Em ê xebatên tesbîtkirina xesarê heta roja sêşemê xilas bikin. Vê gavê seba avakirina du konbajarên ku ji 1312 konteyneran pêk tê, xebat dewam dikin. Ev konbajar wê di nava du hefteyan da seba ketinê amade bibin. Li gor pêdiviyê wê werin zêdekirin."Înşeallah em ê di nava salekê da xebatên wê derê (Îzmir) temam bikin û avahiyên birayên xwe yên mexdûrên erdhejê teslîm bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE