"Înşellah dawiya meha Hezîranê ji bona li bajarê xwe Qanala İstanbulê çêkin em ê xîm daynin."

Erdogan di Merasima Vekirina Birca Çamlicayê da axivî: "Birca Çamlicayê ya ku wê xizmetê bide saziyên televizyon, radyo û medyayê û operatorên ragihandinê, Xwedê ji bona welat û bajarê me bike wesîleya xêrê."

 "Înşellah dawiya meha Hezîranê ji bona li bajarê xwe Qanala İstanbulê çêkin em ê xîm daynin."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Înşellah dawiya meha hezîranê ji bona li bajarê xwe Qanala Stenbolê çêkin em ê xîm daynin."

Erdogan di Merasima Vekirina Birca Çamlicayê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Birca Çamlicayê ya ku wê xizmetê bide saziyên televizyon, radyo û medyayê û operatorên ragihandinê, Xwedê ji bona welat û bajarê me bike wesîleya xêrê. Me vê projeya ku ne tenê li welatê me li hemû dinyayê jî wê bibe mînak bi serkeftî temam kir."

Erdogan diyar kir bi vê birca ku di karên ragihandin û weşanê da derbasî modela tesîsa pêlweş ya tekane dibin wê Çamlicayê ji qirêjbûna dîtbarî xilas bibe û wiha axivî, "Em heman modelê gava şert û mercên guncan çêbin dixwazin li seranserê welêt jî çêkin. Birca ku li ser girekî li hemberî Tengavê ye ji behrê 587 mêtro bilind e û di heman demê da avahiya herî bilind ya Stenbolê ye. Birca ku li Çamlicayê hat çêkirin li gorî baweriya min berhemeke sembol û veberhênaneke girîng ya heyama nû ye. Tesîsên civakî yên di bircê da wê feydeyeke mezin bidin turîzma Tirkiyeyê."

Serokomar Erdoganê got ku înşellah dawiya meha Hezîranê ji bona li bajarê xwe Qanala Stenbolê çêkin em ê xîm daynin wiha pê da çû, "Li rast û çepê Qanala Stenbolê em ê 2 bajaran ava bikin. Bi herdu bajaran wê Stenbol hê xweştir bibe. Gava li Stenbolê Qanala Stenbolê bê çêkirin wê bedewiya erdnîgarî, stratejîk û tebiî ya Stenbolê hê xweştir bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE