"Înşellah em ê ji Meclisê derxin û dewrî xezîneya Komara Tirkiyeyê bikin"

"Ji ber serkeftinên me yên însanî û stratejîk yên li Îdlibê hemû dinyayê em pîroz kirin"

"Înşellah em ê ji Meclisê derxin û dewrî xezîneya Komara Tirkiyeyê bikin"

Serok Recep Tayyip Erdogan li Kayseriyê di merasîma vekirinên komî de bangî welatiyan kir...

ji axaftina Serok Erdogan: 

 "Ji ber serkeftinên me yên însanî û stratejîk yên li Îdlibê hemû dinyayê em pîroz kirin. Mixalefeta sereke der barê vê mijarê da gotinek kir? Nabêje."

 "Di 17 salên dawîn da li welatê me serkeftina herî mezin ya partiya mixalefeta sereke ew e ku dibêje 'ji her malekê rayek' û partiya di xizmeta rêxistina cudakar da ye dike Meclisê."

 "Heger hin kes derkevin û kesên tevlî terorê bûne wek namzedên şaredariyê nîşan bidin, divê bizanibin ku li ciyên qeyum hatin tayînkirin rêgeza me çi be em ê heman rêbazê di pergala hiqûqa Tirkan da jî bikin dewrê."

Erdogan bo hîseya CHPyê ya di Bankeya Îşê da wiha got: "Înşellah em ê ji Meclisê derxin û dewrî xezîneya Komara Tirkiyeyê bikin."

"Ez zehf mereq dikim, di dozên ku min der barê Kiliçdaroglu da vekirin û qezenc kirin da pereyên hatin dayîn ji bêrîka Kiliçdaroglu derket yan ji kaseya CHPyê? Ez mereq dikim û bang dikim ku eşkere bikin."

 "Îtibara wan li cem hilbijêrên CHPyî jî nema. Yan ewê şêwaz û polîtîkayên xwe biguherînin û yan jî wê di nav refên bitoz ên arşîva siyasetê da cih bigirin." 

 "Kesên di dilê vê çeteya îxanetê (FETO) da bûn û hetanî nika li ber edaletê hesab nedane bira nebêjin ku jê xilas bûn."

 "Kesên ku di nav FETOyê da mane, hezkî bira bavê me, ewladê me û birayê me be, bira li qusûrê nenêrin, em ê wan biêşînin. Hiqûq çi be, em ê bikin."

 "Îro nebe sibê lê rojekê miheqeq hemû xayîn wê hesabê xiyaneta xwe bidin."

Têkoşîna li dijî terorê

"Ew li benda wê firsenda çalakiyê ne ku zirarê bidin welatê me. Bi îzna Xwedê em ê wê firsendê nedin wan. Em ê bermayiyên wan ên ku li welatê me mane jî di dema herî kurt da îmhe bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE