"Înşellah wê enflasyon cardin dakeve ji sedî 6 û 7ê"

Erdogan destnîşan kir kesên heywandarî dikin, heywanên di koxan da xwedî dikin û karê serayê dikin wek aboneyên avdana çandiniyê wê ceyranê ji sedî 12 erzan biemilînin.

"Înşellah wê enflasyon cardin dakeve ji sedî 6 û 7ê"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Rîzeyê xîtabî gel kir û got: "Înşellah wê enflasyon cardin dakeve ji sedî 6 û 7ê. Lewra ji sedî 19, 20 û derdorê bi me nakeve."

Erdogan destnîşan kir kesên heywandarî dikin, heywanên di koxan da xwedî dikin û karê serayê dikin wek aboneyên avdana çandiniyê wê ceyranê ji sedî 12 erzan biemilînin.

Serok Erdogan diyar kir ku Yavuza keştiya nû ya sondajê wê piştî kontrol û temîrê li Behra Spî dest bi xebatên sondajê yên neftê bike.

Ji axaftina Serok Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

"Karê sondajê ji aliyekê va karê hesabkirin û teknîkê ye. Ji aliyekê va jî nesîb e. Her kesê ku lê digere nabîne, lê yên ku dibînin jî ew kes in lêgeriyane. Em ê jî lê bigerin û bibînin. Li gor baweriya min em mizginiyekê ji xebatên keştiyên me hildin, ew roj pir nêzîk in.

Înşellah wê enflasyon cardin dakeve ji sedî 6 û 7ê. Lewra ji sedî 19, 20 û derdorê bi me nakeve."

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE