Numan Kurtulmuş dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kurtulmuş dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Numan Kurtulmuş dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Cîgirê Serokê Giştî yê AK PartiNuman Kurtulmuş der heqê çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da wiha got, "Ev malbat li vê derê ber çavê dinyayê li ewladên xwe digerin û mafdar in. Li vê derê bangî kesên ku li gor wan bi çiyê ra têkildar in, dikin û dibêjin 'Ewladên me bidin me'. Ez hêvî dikim ku hemû ewladên me wê ji çiyê werin xelaskirin, ji destê rêxistinê bên derxistin, wê bînin Tirkiyeyê da ku tevî jiyanê bibin."

Kurtulmuş di çarçoveya ziyareta xwe ya li bajêr da bi Sevgî Kurtulmuşa jina xwe ra dayikên Diyarbekirê ziyaret kir.

Malbat di destê xwe da bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va Kurtulmuş pêşwazî kir û ji Kurtulmuş ra qala revandina serê çiyê ya zarokên xwe kirin û bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê û HDPyê dan.

Kurtulmuş diyar kir, ew wekî wezîfe dibîne ku li cem dayikên Diyarbekirê bangî hemû dinyayê bike, daxuyand ku drama her malbat û dayikekê, êş û kedera dilê wan wekî roja ewil teze ye. Kurtulmuş bi bîr xist ku wî berî niha jî malbat ziyart kiribûn.

Kurtulmuş daxuyand, bi pêşengiya Serokomar Erdogan ji bo ku ev êş û keder ji holê rabe, ev dram bi dawî bibe, ew bi hemû hêza xwe tevdigerin û wiha dewam kir:

"Kê çi dike bira bike, kê li piştê be bira bibe, ji kê piştgiriya lojîstîk, îstixbarî û siyasî were jî ev welêt wê tu carî destûrê nede ku ferq û cudahiyê û fitneyê têxin navbera zarokên vî welatî û vê erdnîgariyê. Ev welêt wê tu carî bi hewildanên cudakariyê îtibar neke. Wekî ku em ji mêj va bi hev ra dijîn, înşeallah dîsa wekî Tirk, Kurmanc, Zaza, Ereb, Arnawud, Boşnak em ê di nava sînorên Komara Tirkiyeyê da bi hemû birayên xwe ra wek hev û azad bijîn. Rêxistinên terorê wê di vê vê bahoza ku derxistine da bixeniqin. Hin hêzên navnetweyî yên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê jî wê li hemberî vê berxwedana we serobino bibin û ew ê jî dev ji vê piştgiriya xwe berdin."

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdî Eker, Oya Eronat, Ebubekir Bal, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Muhammet Şerif Aydin jî bi Kurtulmuş ra dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE