Nurî Gokhan Bozkirê yek ji şikbarê sûîqesta Hablemîtoglu ye sewqî adliyeyê kirin

Nurî Gokhan Bozkirê yek ji şikbarê sûîqesta Hablemîtoglu ye sewqî adliyeyê kirin

Nurî Gokhan Bozkirê ku yek ji şikbarê sûîqesta Necîp Hablemîtoglu ye û bi operasyona Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) va hatibû girtin û ew ji derveyî welêt anîbûn Tirkiyeyê sewqî adliyeyê bû.

Kar û barên Bozkir li Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê temam bû û piştî kontrola tenduristiyê ew anîn adliyeya Enqereyê.

Hat ragihandin li adliyeyê îfadeya wî tê girtin.

Akademîsyen Necîp Hablemîtoglu li Enqereyê di 18ê çileya pêşîn a 2002yan da li ber mala xwe rastî sûîqestê hatibû û hatibû kuştin.

Nurî Gokhan Bozkirê yek ji şikbarê kuştina Necîp Hablemîtoglu ye ku bi bultena sor lê digeriyan bi saya MÎTê li dervayî welêt hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê û di 27ê çileya paşîn da MÎTê ew teslimî ewlehiyê kir.

Dema binçavkirina Bozkir du caran hatibû dirêjkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE