Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, piştî ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir, 368 hezar kes derbasî welatên cînar bûn.
Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a NYê (KBPNY) Shabia Mantooyê pirsên li ser rewşa sivîlên Ukraynayê bersivandin.
Mantooyê daxuyand, jimara kesên ku li nava welêt ji cî û warên xwe bûne, hê di destê wan da tuneye.
Mantooyê destnîşan kir, vê gavê tenê jimara penaberan di destê wan da heye û li gor jimarê 368 hezar kesan xwe spartine welatên cînar.
Berdevk Shabiayê duh daxuyanî dabû AAyê û diyar kiribû ku piştî Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir, li nav welêt ji 100 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe bûn, 116 hezar sivîl jî ji sînorên navneteweyî derbas bûn û xwe spartin welatên cînar.
Mantooyê wiha xeberdabû, "Ber bi sînorên navneteweyî û di navbera van sînoran da rapora çûyîn û hatinên mezin tê girtin. Rewş serê her saetê diguhere."
KBPNY hişyariyê dide ku, hee li Ukraynayê reşw xerabtir bibe, qasî 4 milyon sivîlan dibe ku ji welêt birevin.AA