NY: Em ê dest ji hewldanên çareseriya du dewletî ya Filistîn-Îsraîlê nekişînin

Heq ji bo ravekirina mijarê îfadeya "mantra" tercih kir ku ji bo neqeretên îlahiyên Hindî tê bikaranîn û wiha got, "Çareseriya du dewletî ne mantrayek e."

NY: Em ê dest ji hewldanên çareseriya du dewletî ya Filistîn-Îsraîlê nekişînin

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di civîna çapemeniyê da ya li Navenda Giştî ya NYyê ya li New Yorkê axivî û got ku rêgeza çareseriya du dewletî, ne vegotineke ku peywirdarên NYyê di civînên rûtîn ên digel Filistînî û Îsraîliyan da dubare dikin.

Heq ji bo ravekirina mijarê îfadeya "mantra" tercih kir ku ji bo neqeretên îlahiyên Hindî tê bikaranîn û wiha got, "Çareseriya du dewletî ne mantrayek e."

Heq wiha dewam kir, "Ev mijar, polîtîkayek e ku xebata me li ser didome û Kordînatorê me yê Taybet Tor Wencesland jî tevda em ê digel mizakerevan û dîplomatên xwe vê polîtîkayê bişopînin û bidomînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE