NY: Li Myanmarê di çalakiyê dijî derbeyê da 138 kes hatin kuştin

Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di birîfînga çapemeniyê ya rojane da tundiya li dijî çalakvanên aştiyane yên li Myanmarê şermezar kir.

NY: Li Myanmarê di çalakiyê dijî derbeyê da 138 kes hatin kuştin

 Stephane Dujarricê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê di birîfînga çapemeniyê ya rojane da tundiya li dijî çalakvanên aştiyane yên li Myanmarê şermezar kir.

Dujarric bi bîr xist ku di çalakiyên 14ê adarê da 38 çalakvan hatin kuştin, ji 1ê sibatê roja derbeyê hetanî niha jî herî kêm 38 kesên jin û zarok jî tev hatin kuştin.

Berdevk bangî civaka navneteweyî û welatên herêmê kir ku piştevaniyê bidin gelê Myanmarê û li aliyê demokrasiyê bisekinin.

Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Hatibû îdiakirin ku di hilbijartina 8ê mijdara 2020î da di jimartina dengên hilbijartinê da hîle hatiye kirin hatin rojevê li ser vê yekê li welêt rageşî zêde bibû.

Di 1ê sibatê da Serokdewlet Wîn Myînt, Wezîra Karên Derva û seroka fiîlî ya welêt Aung San Suu Çîî û giregirên Yekîtiya Demokrasiya Neteweyî (NLD) ya partiya îqtidarê hatibûn binçavkirin. Ji bo salekê rewşa awarte hatibû îlankirin.

Tirkiyeyê derbe şermêzar kiribû û welatên Rojvayê jî hin bertek nîşan dabûn û rexne kiribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE