NY: Türkiye ji bo "pirsgirêka Duhokê" amadeye bi Iraqê ra hevdîtinê bike

Plasschaertê di rûniştina Konseya Ewlehiya NYê ya li Navenda Giştî ya NYê ya li New Yorkê ye da axivî û der heqê êrîşa li Duhokê da hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê ra kiribû parve kir û got ku Tirkiye jî ji bo mijar zelal bibe amade ye hevdîtinê bike.

NY: Türkiye ji bo "pirsgirêka Duhokê" amadeye bi Iraqê ra hevdîtinê bike

 Nûnera Taybet a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hennîs-Plasschaertê got: "Tirkiye ji bo pirsgirêka Duhokê eşkere derkeve meydanê, amade ye bi Iraqê ra hevdîtinê bike."

Plasschaertê di rûniştina Konseya Ewlehiya NYê ya li Navenda Giştî ya NYê ya li New Yorkê ye da axivî û der heqê êrîşa li Duhokê da hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê ra kiribû parve kir û got ku Tirkiye jî ji bo mijar zelal bibe amade ye hevdîtinê bike.

Nûnera NYê destnîşan kir ku bi armanca zelalkirina mijarê hewlên xwe didomîne û wiha pê da çû: "Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina ku min duh pê ra kir da careke din ragihand ku ji bo safîkirina mijarê lazim e lêpirsîn eşkere û berfireh bê kirin û dawî li spekulasyon, înkarkirin, xeletfehmkirin û rageşiyên zêde dibin bê.

Nûnera Taybet di berdewamiya axaftina xwe da got: "Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ji bo ciyê êrîşê lêkolînê bike pêr komîteyek ava kir û hikûmeta Iraqê di encama nirxandina delîlên hatin berhevkirin da bi awayê herî eşkere êrîş bi tevgereke Hêzên Artêşa Tirk ra têkildar kir."

Nûnera NYê bal kişand ser daxuyaniyên Tirkiyeyê

Nûnera Taybet a Iraqê di mijara êrîşa Duhokê da ku ji alî Tirkiyeyê va çawa tê nirxandin jî anî rojevê û wiha got: "Di vê navberê da Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê daxuniyeke çapemeniyê da û ragihand Tirkiye her tim dijî êrîşên hemberî sivîlan tên kirin disekine û ji bo rastî derkeve holê jî amade ne ku gavên hewce dikin biavêjin û ev yeka di daxuyaniya xwe da parve kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê da hat xwestin ku bila rayedarên hikûmeta Iraqê bi axaftin û propagandaya rêxistina terorê ya bêbext (PKK) tevnegerin û ji bo safîkirina vê bûyera trajîk û tespîtkirina sûcdaran jî banga hevkariyê kir. Roja piştî êrîşê jî Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê ji bo sivîlên di êrîşê da can dan sersaxî da hikûmet û gelê Iraqê û ji bo birîndaran jî şifa xwest."

Ji hêla din va Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû ku welatê wî li hemberî xwîşk û birayên xwe yên Iraqî çalakiyeke bi dijminahî nake û di hevpeyvîna dabû TRTyê da jî ji bo pirsa êrîşa li Duhokê got: "Me careke din rûyê rast ê PKKya rêxistina terorê dît."

Di 20ê Tîrmehê da li Zaxoya navçeya wilayeta Duhoka Herêma Kurdistana Iraqê di êrîşa ku li kêleka çemekî hat kirin da 9 kes hatibûn kuştin, gelek kes jî birîndar bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE