NY:Li Ukraynayê 64 sivîl hatin kuştin, 176 sivîl jî birînar bûn

Li gorî NYyê li Ukraynayê herî kêm 64 sivîl hatin kuştin, 176 sivîl jî birînar bûn

NY:Li Ukraynayê 64 sivîl hatin kuştin, 176 sivîl jî birînar bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Ukraynaya ku Rûsyayê li dijî wê êrîş da destpêkirin, 64 sivîl hatin kuştin, 176 sivîl jî birînar bûn.

Di daxuyaniya Ofîsa Kordînasyona Alîkariyên Mirovî yên NYyê (OCHA) da der heqê rewşa sivîlên li Ukraynayê da agahî hat parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê rapor kir ku di êrîşên li dijî tevahiya welêt ên ji erd û esman da di navbera 24ê Sibatê saet 04.00 û 26ê Sibatê saet 17.00an da 64 sivîl hatin kuştin, 176 sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, îhtimal ew e ku amarên rastîn "niha bêtir zêde ne" û her wiha hişyarî hat dayîn ku di rojên pêş me da dibe ku hejmara sivîlên kuştî zêdetir bibe.

OCHAyê her wiha daxuyaniya Serokê Dewletê Vladimir Zelenskiy jî parve kir ku Zelenskiy daxuyandibû, ji roja ewil vir va di "operasyonên eskerî yên Rûs" da 130 personelê eskerî hatin kuştin, zêdeyî 310 jê jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin, ji ber êrîşên dijî binesaziya sivîl, bi sed hezaran kes bêyî av û ceyran man, xesar gihîşt bi sedan malî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE