NYyê bangî Erdogan û Putîn kir ku ew li Îdlibê aramiyê pêk bînin

Pedersen di Konseya Ewlehiya NYyê da got Sûriye wek çend herêma perçe bûye ku aktorên navneteweyî li wir dijî hevdu tevdigerin.

NYyê bangî Erdogan û Putîn kir ku ew li Îdlibê aramiyê pêk bînin

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geîr Pedersen bangî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir ku li Îdlibê aramiyê pêk bînin.

Pedersen di Konseya Ewlehiya NYyê da got Sûriye wek çend herêma perçe bûye ku aktorên navneteweyî li wir dijî hevdu tevdigerin.

Pedersen anî ziman li Îdlibê bi taybetî li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dijî kampên kesên ji cih û warên xwe bûne lê dimînin êrîş zêde dibin û wiha axivî: Ez jê bawer im ku sibê di hevdîtina Putîn û Erdogan da rewşa li Îdlibê wê bibe mijareke girîng. Ez bangî van serokên hêza wan heye dikim ku bila aramiyê pêk bînin."

Pedersen anî ziman ji bo ku Komîteya Qanûna Bingehîn dîsa bicive vexwendname ji aliyan ra hatiye şandin, ji bo civîna 6emîn ewê di 18ê cotmehê da li Cenevreyê be, rojek beriya wê jî ewê bi hevseroka ra bê bal hevdu. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE