NYyê piştî daxwaza Enqereyê "Turkey" a di zimanên biyanî da wek "Türkiye" guhert

NYyê piştî daxwaza Enqereyê "Turkey" a di zimanên biyanî da wek "Türkiye" guhert

Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî daxwaza Türkiyeyê navê welat a ku di zimanên biyanî da wel "Turkey" tê emilandin wek "Türkiye" bê guhertin. 

Stephane Dujarrîcê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê daxuyaniyak da nûçegihanê AAyê û got ku nameya ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo ku navê Türkiyeyê di zimanên biyanî da wek "Türkiye" bê guhertin ji Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî ra şand hildan. 

Dujarrîc diyar kir ku guhertina navê welat ji dema ku name gihaşt wan pê va derbasdar e. 

Wezîr Çavuşoglu jî ji ser Twîtterê parvekirina "Pêvajoya ji bo ku em nirxa marqeyê ya welatê xwe zêde bikin bi serkêşiya birêz Serokomarê me @RTErdogan da destpêkirin xilas dibe. Bi nameya ku min îro ji Sekreterê giştî yê NYyê ra şand va navê welatê xwe yên di zimanên biyanî yên NYyê da wek "Turkiye" tescîl dikin." kir.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE