''Nêzî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan herêmên ewledar ên ku hatin sazkirin''

''Nêzî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan herêmên ewledar ên ku hatin sazkirin''

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em projeyeke nû amade dikin ku milyonek birayên me yên Sûriyeyî yên mêvanên me bi dilxwazî paşve vegerin. Em ê vê projeyê bi piştgiriya saziyên civaka sivîl ên welatê me û yên navneteweyî têxin rewacê."

Konfederasyona Sendîqayên Karmendan (Memur-Sen) û Weqfa Mehmet Akîf Înan, Kampanyaya "Em Bi Hev ra Ne û Ligel Îdlibê ne" da destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê da bi kordînasyona AFADê 12 Saziyên Sivîl ên Civakî (STK) malên prîkêt çêkirin û seba van malan merasima teslîmkirinê hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu beşdarî bernameyê bû. Serokomar Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî bernameyê bû û xîtabî xwediyên malan kir.

Erdogan diyar kir, Wezareta Karên Navxweyî di kordînasyona AFADê da kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û bi piştgiriya saziyên civaka sivîl 77 hezar malan çêdikin û ji van 57 hezar û 306 mal hatin kutakirin, çêkirina yên din dewam dike.

Erdogan daxuyand, heta niha 50 hezar malbat kişiyan van malên ku hatin çêkirin û wiha dewam kir, "Înşeallah em ê jimara malên pirîkêt derxin 100 hezarî. Malên birayên me yên Sûriyeyî ji bo wan bi xêr bibe. Ez spasiya hemû kedkarên vî karî dikim."

"Ji sala 2016an vir va ku Tirkiyeyê operasyonên dervayî sînor da destpêkirin, nêzî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan herêmên ewledar ên ku hatin sazkirin."

Erdogan diyar kir, ew ji bo vegera dildarî projeyan amade dikin û wiha dewam kir:

"Em projeyeke nû amade dikin ku milyonek birayên me yên Sûriyeyî yên mêvanên me bi dilxwazî paşve vegerin. Em ê vê projeyê bi piştgiriya saziyên civaka sivîl ên welatê me û yên navneteweyî têxin rewacê. Ji sala 2016an vir va ku Tirkiyeyê operasyonên dervayî sînor da destpêkirin, nêzî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan herêmên ewledar ên ku hatin sazkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE