Nêzî 65 saet şûnda Elîfa 3 salî ji binê enkazê hat derxistin

Li Îzmirê nêzî 65 saet şûnda Elîfa 3 salî ji binê enkazê birîndar hat derxistin

Nêzî 65 saet şûnda Elîfa 3 salî ji binê enkazê hat derxistin

 Nêzî 65 saet şûnda ji binê enkaza apartmana Doganlarê ya li Îzmirê Elîf Perînçeka 3 salî birîndar hat derxistin.

Li navçeya Bayrakliyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û piştî erdhejê nêzî 65 saet şûnda xebereke kêfxweşiyê hat.

Elîf Perînçeka ku di binê enkazê da mabû, bi çepikan ra ji enkazê hat derxistin û bi ambulansê ew şandin nexweşxaneyê. Dergûşa Elîf bû kesa 106em ku birîndar ji binê enkazê hat derxistin.

Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Xwedê em bi hezaran caran şikirdarê te ne. Me ji Apartmana Doganlarê ewlada xwe ya Elîf jî sax derxist."

Pîrika Elîfê jî pir şa bû û wiha got, "Ez pir kêfxweş im, Xwedê ji we razî be. Ez gihîştim Elîfê, diya wê û xwişk û birayên wê jî wê bigihêjinê. Diayên min qebûl bûn."

Di binê enkaza Apartmana Doganlarê ji malbatê dayik Seher Derelî Perînçek û herdu zarokên wê yên cêwî Ezel û Elzem Perînçek (10), Umut Perînçek (7) û Elîf Perînçek (3) mabûn. Dayik û sê zarok rojekê şûnda hatibûn derxistin û Umut Perînçek miribû. Tedawiya Sehera dayik û herdu zarokên cêwî Ezel û Elzemê dewam dikir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE