Oktay û Çavuşoglu li Zelandaya Nû ne

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay bi Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Winston Peters ra hevdîtin kir.

Oktay û Çavuşoglu li Zelandaya Nû ne

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay bi Alîkarê Serokwezîra Zelandaya û Wezîrê Karên Derva Winston Peters ra hevdîtin kir.

Hevdîtin li otêla ku Oktay lê dimîne bêyî çapemeniyê çêbû û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî beşdar bû.

Di hevdîtinê da ji Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû Peters ra hat gotin ku miletê Tirk û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo êrîşa terorê ya ku li Zelandaya Nû dijî du mizgefta hat kirin pir ber xwe ketin.

Di hevdîtinê da der heqê rewşa dawîn a welatiyên Tirk ên birîndar û lêpirsînê da agahiya berfireh hat hildan, hat gotin dibe ku ev êrîş tiştekî organîze be û Tirkiye bi tecrubeya va amade ye ku her cure piştgiriyê bide Zelandaya Nû.

Di hevdîtinê da hat gotin ku teşqeleyên rastgirên tundraw zêde bûne û agirê dijmintiya Îslamê tê gurkirin û ev jî merivan xemgîn dike, ev helwestên tundraw pêşî li ber kesên ji bo terorê musaîd in, vedike û wan teşwîq dike.

Di hevdîtinê da hat destnîşankirin ku êrîşa li ser mizgeftan bi awayekî eşkere çalakiyeke terorê ye, terorîstên ku îro êrîşî Misilmanan kirin dibe ku sibê êrîşî mensûbên dînên din bikin, divê li dijî êrîşên terorê helwesteke hevpar were nîşandan.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE