Ömer Çelik derbarê Brunson de axivî

Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik got ev qerareke hiqûqî ye

Ömer Çelik derbarê Brunson de axivî

Berdevkê Ak Partiyê Ömer Çelik li Edeneyê bû. Çelîk derbarê Keşeyê emerîkî Brunson de axivî. Çelîk got; “em li gorî daxwaza emerîkayê tevnegeriyan, ev biryareke hiqûqî ye.”

Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik li Edenê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Çelîk di axaftina xwe de derbarê tehliyeya Keşeyê Emerîkî Brunson de jî axivî.

Çelîk rexne li aliyên ku dibêjin Tirkiye li gorî daxwaza Emerîkayê tevgeriya, girt û got; “Emerîkayê digot heke hûn vê rojê, vê seatê bernedin em ê vê bikin. her wiha ji bo 2 wezîrên me hin qerar girtin. lê Tirkiyê tu carî li ber gefên wan xwe netewand.”

Çelîk got; “ tehliyeya Brunson qerareke hiqûqî ye”.

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 13:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE