Omer Çelîk meqamên Îzlandayê şermezar kir

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Tevgera bêrêz a ku li Balafirgeha Îzlandayê li hemberî tîma me ya Neteweyî hat kirin rasterast di bin berpirsyariya meqamên Îzlnadayê da ye, em vê şermezar dikin."

Omer Çelîk meqamên Îzlandayê şermezar kir

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Tevgera bêrêz a ku li Balafirgeha Îzlandayê li hemberî tîma me ya Neteweyî hat kirin rasterast di bin berpirsyariya meqamên Îzlnadayê da ye, em bi awayekî xurt vê şermezar dikin."

Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê li Balafirgeha Îzlandayê ji bo kontrola pasaportê gelekî hat rawestandin û li ser û guhê futbolîstan bi awayekî berfireh lêgerîn hat kirin.

Çelik li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî vê tevgerê da û wiha got: "Tevgera bêrêz a ku li Balafirgeha Îzlandayê li hemberî tîma me ya Neteweyî hat kirin rasterast di bin berpirsyariya meqamên Îzlnadayê da ye, em bi awayekî xurt vê şermezar dikin. Li hemberî vê tevgera bêrêz a dijî rûhê sporê ye bersivên eşkere wê bên dayîn. Meqamên Îzlandayê ji van tevgerên nemirovî, ne li gor rûhê sporê ne û ji hêla dîplomatîk va tu carê nayên qebûlkirin berpirsyar in. Ya ku li tîma me ya neteweyî hatiye kirin cureyek tundî ye. Meqamên Îzlandayê ji ber vê tevgera hov divê lêborînê bixwaze. Divê gavên ku ji bo vê şaşiyê ji holê rake bavêje."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE