“operasyon dê dewam bikin”

Mevlüt Çavuşoğlu: Operasyonên li Iraqê mafê me ne

“operasyon dê dewam bikin”

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu got wê li bakurê Iraqê operasyonên li dijî pkk’ê dewam bikin û li gorî hiqûqa navneteweyî ev heqê me ye. Çavuşoğlu li bexdayê bi rayedarên iraqê re civiya. Mizginiyek jî da û got wê sefaretên li basra û mûsilê ku ji bo tevdîrên ewlehiyê hatibûn girtin dîsa bên vekirin. Çavuşoğli piştî hevdîtinên li bexdayê, derbasî necefê bû û bi serkirdeyê tevgera Sadr Mukteda es-Sadr re civiya.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: “Tirkiye dê li gorî hiqûqa navneteweyî, ji bo têkoşîna li dijî terorê çi hewce be bike. ew li ku derê bin bila bibin, em ê li pey wan bin. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev heqê me ye.”

Têkoşîna li dijî terorê ya Tirkiye bi awayekî biryardar dewam dike.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu careke din ev yek li İraqê bilêv kir.

Got li dijî rêxistina terorî PKK’ê operasyonên li Bakurê İraqê dê dewam bikin.

Çavuşoğlu ji bo têkiliyên fermî li Bexdayê bû.

Bi serokkomarê İraqê yê nû Berhem Salih re hat ba hev.

Piştî hevdîtinê her du serkirde derketin ber kamerayan.

Di warê têkoşîna li dijî terorê de hevkariya Tirkiye û İraqê anîn ziman.

Çavuşoğlu ji bo sefaretên Tirkiyê ku hatibûn girtin jî mizgîniyek da.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: “ Ji bo tevdîrên ewlehiyê me sefaretên li Basra û Mûsilê girtibûn. Em ê sefaretên Tirkiyê dîsa vekin.”

Çavuşoğlu got; “em tenê ne du dewletên cîran in, em xwîşk û bira ne jî”.

Behsa piştgirî û hevkariyê kir.

Û got Tirkiye dê piştgiriyê bide İraqê.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: “ Me di Konferansa Quweytê de ji bo îmara İraqê, soza 5 milyar dolarî dabû. Em hêj li ser soza xwe ne.”

Çavuşoğlu di serdana xwe de bi Serokê Meclisa İraqê Mihemmed El-Halbusî û Edil Evdilmehdiyê ku ji bo avakirina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin re jî civiya.

Her wiha bi serkirdeyên din û siyasetmedarên Tirkmen re jî hat ba hev.

Çavuşoğlu dûv re jî çû Necefê.

Li wir bi Mukteda Es-Sadrê Serkirdeyê Tevgera Sadrê re civiya.

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2018, 14:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE