"Operasyon li gorî ruhê mitefiqtî û hevkariya stratêjîk bû"

Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand ku operasyona ku DYAyê li Îdlibê li dar xist, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê di serî de DEAŞ û yên weke PKK/PYD/YPGê de, li gorî ruhê mitefiqtî û hevkariya stratêjîk çêbûye.

Wezaretê derbarê operasyona li Îdlibê ya ku DYAyê ragihandibû "Serkirdeyê DEAŞê Ebûbekir Bexdadî bi mirîtî hat girtin" daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon digel unsûrên DYAyî di çarçoveya binemayên rêgirîkirina midaxeleya bihevberî û hevxebatê de hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Beriya operasyona ku duh şevê din DYAyê li Îdlibê li dar xist di navbera meqamên eskerî de danûstana zanyariyan û kordînasyonê çûbûye. Beriya wê jî û piştî wê jî operasyona ku DYAyê li dar xist, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê di serî de DEAŞ û yên weke PKK/PYD/YPGê de, li gorî ruhê mitefiqtî û hevkariya stratêjîk çêbûye."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE