"Operasyon Netanyahu aciz dikin, ev menîdar e"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Operasyonên Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê yên dijî hedefên PKKyê Netanyahu aciz dike ku ev menîdar e."

"Operasyon Netanyahu aciz dikin, ev menîdar e"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Operasyonên Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê yên dijî hedefên PKKya ku nabêje ev jin e, ev zarok e, ev sivîl e êrîşî welatiyên me û mezlûmên Sûriyeyî dike, Netanyahu aciz dike ku ev menîdar e."

Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu yên der barê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da kir.

Omer Çelîk wiha got: "Binyamîn Netanyahuyê ku li Îsraîlê der barê wî da lêpîrsînên sexteriyê heye hewl dide raya giştî ya navneteweyî manîpule bike. Êrîşî Serokomarê me û artêşa me dike û hew zane ewê rastiyan veşêre. Behsa mijara Qibrîsê kiriye û gotiye li Qibrisa Bakur ew dagirker in. Em ji wî ra dibêjin Qibrîs (KKTC) li ser rûyê erdê dewletek e ji wan dozên herî meşrû yekî diparêze, piştgirê Tirkiyeyê ye û garantorê wê ye."

Der barê gotinên Netanyahu yên "Li gundên Kurdan ên hundir û dervayî Tirkiyeyê zilm li jin û zarokan tê kirin" da Çelik wiha got: "Her kesê li Welatê me welatiyên sereke ne. Netanyahuyê fikra 'dewleta li ser bingeha nijad û dîn' diparêze nikare vê fêm bike. Li welatê xwe naxwaze. Li hember rêxistinên terorê yên jin û zarokan dikuje têkoşîna herî bibiryar em didin. Ji bilî vê bila Netanyahu ji bîr neke ku Tirkiyeya bi Serokatiya Serokomarê me hembêza xwe ji her kesê ku ji zilma rêxistinên terorê reviyane ra vedike. Ji vê erdnigariyê dema em lê dinêrin, em her tiştî zelal dibînin. Em pir eşkere dibînin ku kî piştgiriyê dide rêxistinên terorê yên jin û zarokan dikûjin."

- "Serokomarê me wê zaliman aciz bike"

Çelik behsa acizbûna Netanyahu kir û wiha axivî: "Operasyonên Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê yên dijî hedefên PKKya ku nabêje ev jin e, ev zarok e, ev sivîl e êrîşî welatiyên me û mezlûmên Sûriyeyî dike, Netanyahu aciz dike ku ev menîdar e. Netanyahu ji ber hişyariyên Serokomarê me yên ku li ser navê mirovahiyê û mezlûman dike pir aciz bûye, wê aciz jî bibe. Lewra rastî wê hûş nebin. Bila vê jî ji bîr neke ku Serokomarê me bi her hevoka xwe wê ji melzûman ra bibe hevî û ewê zaliman aciz bike. Serokomarê me û dewleta Komara Tirkiyeyê wê li her cihê meşrû behsa tevgerên neheq ên Îsraîlê yên li hember gelê Filistînê û çalakiyên wê yên ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, bike û wê bibe berdevkê gelê Filistînê."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Kanûn 2018, 18:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE