Operasyona dijî feto'yê: Ezmûna derbasbûna alîkariya komîsertiyê ya sala 2009an

Di lêpirsîna ezmûna derbasbûna alîkariya komîsertiyê ya 2009an da der barê 467 şikbaran da biryara binçavkirinê.

Operasyona dijî feto'yê: Ezmûna derbasbûna alîkariya komîsertiyê ya sala 2009an

 Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya der barê ezmûna derbasbûna alîkariya komîsertiyê ya sala 2009an da der barê 467 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li gor agahiyan endamên FETOyê di sala 2009an da beriya ezmûna ji polêstiyê derbasbûna alîkariya komîsertiyê pirsên ezmûnê bi sextekariyê hildan. Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ji ber vê lêpirsîn da destpêkirin û der barê 467 şikbaran da biryara binçavkirinê da.

Li ser vê tîmên Şaxa Tekoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiya Giştî li 67 bajaran operasyoneke hevdem kirin.

Tîmên Şaxa Tekoşîna Dijî Sûcên Malî ya Midûriya Ewlehiya Ankarayê operasyon kirin û di operasyonê da ji 13 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn jê 8 kes hatin binçavkirin.

Li bajarên din operasyon dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE