Di operasyona Stenbol navend li 5 bajaran dijî Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) ku li gor tesbîtê seba armanc û hedefên PKKya rêxistina terorê ya çekdar fealiyetê dike hatibû kirin da ji 22 gumanbarên binçavkirî 16 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşand da muemeleya der heqê 22 gumanbarên binçavkirî temam bû.
Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin 16 kes hatin girtin û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Bûyer
Hat tespîtkirin komeleya li Şîrînevlerê bû li gor armanc û hedefên PKKyê fonên saziyên wekî Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bi kar aniye û der heqê mijara hereketên koça civakî da lêkolînê bike jî hewla amadekirina projeyan kiriye.
Di 3ê Hezîranê da li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Stenbol navend li 5 bajaran dijî GOÇÎZDERê operasyon hatibû kirin û ji 28 kesên der heq wan da biryara binçavkirinê hebû 22 kes hatibûn qefaltin.
AA