Operasyona hevpar a MİT û TSK’ê

2 terorîstên ku êrîşa Hewlêrê plan kiribûn hatin bêtesîrkirin

Operasyona hevpar a MİT û TSK’ê

Heyfa şehîdê hewlêrê dîplomat osman köse hat hildan. Haci kurhan û metin akgünê pkk’yî ku plansazên êrîşê bûn, di operasyona hevpar a mit û tsk’ê de hatin bêtesîrkirin.

Dîplomat Osman Köse, ku xebatkarê konsolxaneya Hewlêrê yê Tirkiyê bû, di êrîşa terorî de şehîd ketibû.

Piştî vê êrîşê Tirkiyê pey êrîşê berneda.

MİT’ê û TSK’ê bi hev re li Bakurê Iraqê operasyoneke hevpar kir.

Di operasyonê de terorîst Haci Kurhan û Metin Akgünê ku plansazên êrîşê bûn hatin bêtesîrkirin.

Hat ragihandin, navê terorîst Haci Kurhan di lîsteya şîn de bû.

Osman Köse di 17ê Tîrmehê de li Hewlêrê rastî êrîşê hatibû.

Di êrîşê de 3 terorîst hebûn.

Ji wan Mazlum Dağ û Muhammed Bisiksiz hatin girtin.

Derheqê êrîşê de 6 kes jî hatin binçavkirin.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE