Operasyona li dijî FETOyê: Ji bo 130 kesan biryara binçavkirinê

Di çarçoveya lêpirsîna li ser rêxistinîbûna li Artêşa Tirkiyeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo 130 eskerên li ser wezifeyê biryara binçavkirinê hat dayîn.

Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna li ser rêxistinîbûna li Artêşa Tirkiyeyê ya FETOyê didomîne.

Di vê çarçoveyê da ji bo 2 mîralay, 2 binmîralay, 6 bînbaşî, 14 yuzbaşî, 21 ustexmen, 7 texmen, 47 binefser û 4 çawîşên pispor bi tevahî 130 şikbarên ku hat tesbîtkirin bi têlefonên ankesor, xetên sabît ên bi kontor di nav rêxistinê da axivîne biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê di vê çarçoveyê da li 32 bajaran operasyona ku navenda wê Stenbol e kirin. Di operasyonê da hetanî nika 74 şikbar hatin binçavkirin.

Wekî mayîn hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê da Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ji bo deşîfrekirina naveroka xetên ji bo armanca rêxistinê hatine bikaranîn xebatan didomînin.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE