"Operasyona Pençe-Kilîtê tê wê wateyê ku rêxistina terorê li ber mirinê ye"

"Operasyona Pençe-Kilîtê tê wê wateyê ku rêxistina terorê li ber mirinê ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê Operasyona Pençe-Kilîtê da wiha got, "Ev herekat tê wê wateyê ku rêxistina terorê li ber mirinê ye."

Erdogan nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hezretî Elî kir û di pey ra daxuyanî da rojnamevanan.

Serok Erdogan li ser pirsa der barê Operasyona Pençe-Kilîtê da ku li bakurê Iraqê didome wiha got, "Ev herekat tê wê wateyê ku rêxistina terorê li ber mirinê ye."

Erdogan diyar kir di Herekata Pençeyê da heya niha 45 terorîst hatine berterefkirin û wiha axivî, "Lê mixabin şehîdekî me yê din jî heye. Hejmara şehîdên me derketiye 3yan."

Serok Erdogan der barê mizakereyên di navbera Ukrayna û Rûsyayê da jî wiha peyivî, "Encam erênî ye, lê helbet bi temamî gorî dilê me nîne. Wê hê baş bibe. Em hêvîdar in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE