Operasyonên artêşa Azerbeycanê

Hat daxuyandin hêzên Ermenistanê bi top û hewanan va êrîşî xeta parastinê ya Azerbeycanê kirin, li aliyê Cebraîl û Gubadliyê tumena motorîze ya 18emîn ya artêşa Ermenistanê ji ber ku gelek zirar dît, vekişiya.

Operasyonên artêşa Azerbeycanê

 Operasyonên artêşa Azerbeycanê yên ji bo axa xwe rizgar bike dabû destpêkirin, dewam dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê şev li hêla Axdere, Fuzulî, Cebraîl û Gubadliyê operasyonan dewam kir.

Hat daxuyandin hêzên Ermenistanê bi top û hewanan va êrîşî xeta parastinê ya Azerbeycanê kirin, li aliyê Cebraîl û Gubadliyê tumena motorîze ya 18emîn ya artêşa Ermenistanê ji ber ku gelek zirar dît, vekişiya.

Di daxuyaniyê da hat gotin artêşa Azerbeycanê mewziyên alaya muhrîp ya 5emîn ya artêşa Ermenistanê, gelek çek û cebilxaneya li vir bi dest xist û gelek eskerên Ermenistanê jî berteref kir.

Artêşa Ermenistanê daxuyand di alaya muhrîpê ya 5 û 7emîn da gelek mirî û birîndar hene.

3 bataryayên topçiyan, êend topên hewanê û 3 kamyon ji hêla artêşa Azerbeycanê va hatin îmhakirin.

Hat gotin li hemû eniyê kontrol di destê artêşa Azerbeycanê da ye.

Di daxuyaniyeke din a Wezaretê da jî hat gotin artêşa Ermenistanê bi topan va êrîşî bajarê Terterê kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE