"Pakistan wê her dem li cem Turkiyeyê be"

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan: "Niha li Sûriyeyê dijî we (Turkiye) êrîş tên kirin. Di vê mijarê da xelkê Pakistanê û hikûmet wê her dem li cem we be û wê her dem jî ev wiha be."

Îmran Xan û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk ya Payebilind di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Xan di axaftina xwe da balê kişand ser meseleya Keşmîrê û wiha got: "Niha qederê 8 milyon Keşmîrî di girtîgeheke servekirî da dijîn û di bin zilmê da ne."

Îmran Xan destnîşan kir li herêma Keşmîrê eskerên Hindistanê hene û zilmê li xelkê dikin û got ku ji bona tiştên der barê Keşmîrê da got ez cardin sipasiya we (Erdogan) dikim.

Xan diyar kir bi peymanên stratejîk yên di navbera Turkiye û Pakistanê da hatin îmzekirin pêwendiyên herdu dewletan wê hê baştir bibin û wiha peyivî: "Niha li Sûriyeyê dijî we (Turkiye) êrîş tên kirin. Di vê mijarê da xelkê Pakistanê û hikûmet wê her dem li cem we be û wê her dem jî ev wiha be." 

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 09:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE