''Pakêta reformên nû ya dijî tundiya li ser jinan em ê bînin rojeva Meclisê''

''Pakêta reformên nû ya dijî tundiya li ser jinan em ê bînin rojeva Meclisê''

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê pakêta reformên nû ya dijî tundiya li ser jinan tê amadekirin da wiha got, "Pakêta ku xebatên amadekirina wê qediyane em ê di demeke nêzîk da bînin rojeva Meclisê."

Erdogan li Navneda Çand û Kongreyê ya Baglarbaşiyê di Lijneta Giştî ya Asayî ya 4emîn ya Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) da axivî.

Serok Erdogan diyar kir rêjeya hejmara jinên ku dixebitin ji sedî 27an derxistine ji sedî 34an.

Erdogan destnîşan kir li welatê wan rêjeya kuştina jinan li gorî gelek dewletên Ewropayê zehf kêm e.

Serok Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser pakêta reformên nû ya dijî tundiya li ser jinan tê amadekirin û wiha axivî, "Pakêta ku xebatên amadekirina wê qediyane em ê di demeke nêzik da bînin rojeva Meclisê. Bi guherîna nû di tundî û êrîşên dijî jinan da gava poşmaniyeke berbiçav ya failan tunebe wê cezayên wan neyên kêmkirin. Heger sûcên kuştin, birîndarkirin, êşkence û eziyetê yên qestî dijî jinan bin wê ceza hê bên girankirin. Jinên ku tundî û heqaret dîtine gava bixwazin wê baro ji kîsê xwe ji wan ra parêzer wezîfedar bikin. Cezayên gefxwarinê ku mêr dijî pîrekên xwe yên zewicî û berdayî bikin wê ji 6 mehan derkeve 9 mehî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE