"Parastina azana bi Tirkî nîşana neyartiya dijî nirxên gel e"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di bernameya bibîranîna Ataturk de axivî...

"Parastina azana bi Tirkî nîşana neyartiya dijî nirxên gel e"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di bernameya bibîranîna Ataturk de axivî...

Erdogan diyar kir gelê Tirk digel derbe, hêzên wesayetê û her cure lîstikan xwedî li îradeya xwe derketiye û nîşan daye ku gotin û raye di destê gel da ye û wiha axivî: "Li welatê me derdorek îdia dike ku bi îradeya rêveberên CHPyê yên wê demê em ji heyama partiyekê derbasî pirpartîyiyê bûne. Ev guherîn guherîneke îradî nîne, ev guherîneke mecbûrî bû."

Serok Erdogan destnîşan kir îro hê jî azana bi Tirkî tê parastin ku ji sembolên zilma heyama yakpartiyê ye û ev nîşana neyartiya dijî nirxên gel e û wiha got: "Hişmendiya yekpartiyê û aqilê derbekar wekî du rûyên heman madalyonê ne."

Erdogan destnîşan kir armancên 2023yan ne tenê di warê aboriyê da biryardariya wan ya di warê demokrasiyê da jî nîşan dide ku li dinyayê bibin yek ji dewletên pêşketî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser teqîna ku li Hekariyê di cebilxaneyê da çêbû û wiha got: "Ji ber teqîna ku li Hekariyê di depoya me ya cebilxaneyê da çêbû heta niha 4 ewladên me şehîd ketine û qederê 20 birîndarên me hene. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike û şîfayê bide yên birîndar."

Erdogan diyar kir baş dizanin ku yên PKKya li Qendîlê wek rêxistina terorê îlan dikin û ji bona qefaltina wan xelat didin bi veşartî çawa bi heman terorîstan ra hevkariyê dikin û wiha peyivî: "Em li bakurê Iraqê hêlînên terorê yek bi yek belawela dikin û em ê Qendîl û Sîncarê jî bi serê terorîstan da hilşînin."

Serok Erdogan di berdewamiyê da destnîşan kir haya wan jê heye ku xwîşk û birayên wan yên Sûriyeyî yên li rojhilatê Feratê di nav lepên rêxistina terorê ya cudakar da dinalin û got em ê di demeke kurt da mezlûmên li vê herêmê jî bigihînin hizûr û aramiyê.

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2018, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE